Balaban: Li girtîgeha Boluyê azadkirina 37 kesan ji sala 2024an ve tê asteng kirin
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê tevî ku proseyek bo çareseriya Pirsa Kurdî heye, girtîgehên li Tirkiyeyê her bi binpêkirinên mafan tên rojevê. Li gelek girtîgehan taybetî jî li Girtîgeha Boluyê tevî temambûna cizayên 37 girtiyan, azadkirina wan tê astengkirin. ÎHDê dibêje li girtîgeha Boluyê taybetî diyatiyek bo zimanê Kurdî heye ku ev hinceteke ji bo Lijneyên Îdarî û Çavderiyê. DEM Partî jî dide zanîn sepanên bêhiqûqî yên di girtîgehan de zirarê didin proseya aştiyê.
Li Tirkiyeyê di çarçoveya proseya aştiyê de bo dabînkirina bingeha hiqûqî û yaseyî amadekiriyên komisyoneke li parlamentoyê tên kirin lê ji aliyekî din ve girtiyên siyasî û taybetî Kurd tevî xilasbûna cizayên wan berdana wan tê astengkirin. Li gorî lêkolînên Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) 100 girtiyên bi vî rengî hene ku tene li girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê tehliyeya 37 girtiyan bi îdiaya ku “di girtîgehê de li gorî qanûnan tevnegeriya ne” hatiye astengkirin ku 34 kes ji van ev 30 salan zêdetir e di girtîgehê de ne.
Hevserokê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî dide zanîn ku ligel ku li Tirkiyeyê proseyek aştiyê heye ev sepandinên bi vî rengî din ava civakê de dibin cihê fikaran ku bawerî bi proseyê neye.
Huseyîn Kuçukbalaban ji K24ê re got: “Her çiqasî li her zîndanekê komîteyên îdarî û çavdêrî hebin jî, li Zîndana Bolû nêzîkatiyeke taybet heye. Li zîndanên Kirikkale û Kirşehîrê jî wiha ye. Sê sal in, ji zîndana Boluyê girtî nehatine azadkirin. Her wiha ji sala 2024an ve azadkirina 37 girtiyan jî tê astengkirin. aliyek behsa çekdanîna PKKê û demokratîkbûnê dikin, aliyê din jî azadkirina kesên ku 30 sal in di zîndanê de ne, bi destê komîteyên neyasayî tê paşxistin. Li cihê ku berdana girtiyên siyasî tê astengkirin, dê çawa hin kes çekên xwe deynin û werin vê derê.
ÎHDê dide zanîn li girtîgeha Boluyê dijatiyek bo zimanê Kurdî heye ku, nivîsên Kurdî, navên karakterên Kurdî ku di nivîsîna çîrokan de derbas dibin, nameyên Kurdî, peydakirina pirtûkên Kurdî hin hincetin ku serbest berdana girtiyan tê astengkirin. Hevserokê Şaxa Enqerê yê DEM Partiyê Fatîn Kanat jî dibêje ev sepanên li girtîgehan zirarê didin proseyê.
Hevserokê Şaxa Enqerê yê DEM Partiyê Fatîn Kanat dibêje: “Li parlamentoyê ji bo bingeha yaseyî û hiqûqî ya vê proseyê amadekariyên komisyonekê tê kirin û hêvî hene hin gav bên avêtin. Lê ev sepanên di girtîgehan de mirov eciz dikin. Di girtîgehan de rewşeke giran heye. Weke mînak girtiyekî bi navê Nedîm Yilmaz ev cara 8ane ku bi biryarên cuda û keyfî berdana wî tê astengkirin. Li hin girtîgehan van Lijneyên Çavderiyê sepanên xwe nermkirin lê li girtîgeha Boluyê heman lijne bi helwesteke tund û keyfî tevdigere. Ev sepan zirarê didin proseyê û em weke DEM Partiyê rewşê ji nêz ve dişopînin.”
Li gorî amarên serokatiya parlamentoyê ji heyama 24emîn û heta îro 46 hezar û 753 serîledan bo Komîsyona Mafên Mirovan a parlamentoyê hatine kirin. Derbarê 21 hezar û 642 serîlêdanên bi îdîayên ku mafên girtiyan hatine binpÊkirin de tenê 153ê caran serdana girtîgehan hatiye kirin.