Ebdî nexşerêya siyasî aşkere dike: Diyaloga bi Şamê re û agirbesta bi Enqereyê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn, biryarên Konferansa Yekrêziya Kurdî dê bi hikûmeta Şamê re bên gotûbêjkirin, amadekariyên ji bo civîna Parîsê didomin û di navbera wan û Tirkiyeyê de agirbesteke bi kirdarî heye ku bi riya diyalogê pêk hatiye.

FFermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di nirxandinên xwe yên dawî de li ser geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê rawestiya û di hevpeyvînekê de, derbarê çend mijarên sereke de wek yekrêziya Kurdî û diyaloga bi Şamê re, civîna paşxistî ya Parîsê û pêwendiyên bi Tirkiyeyê re, agahî dan.

Diyaloga bi Şamê re û Yekrêziya Kurdî

Mezlûm Ebdî tekez kir, vîn û biryarên ku ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî derketine, ji bo hemû aliyan bingeh in û ne cihê nîqaşê ne û ev biryar dê bi awayekî fermî bi hikûmeta Şamê re bên nîqaşkirin. 

Ebdî sedema derengmayîna vê pêngavê wiha rave kir: "Heya niha hevdîtinên giştî yên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de bi awayekî rêkûpêk dest pê nekirine. Piştî ku em li ser mijarên giştî li hev bikin, dê şandeyeke taybet a ji konferansê derketî biçe Şamê û tenê li ser mijara Kurd gotûbêjan bike."

Civîna paşxistî ya li Parîsê û rojeva wê

Derbarê civîna ku biryar bû li Parîsê ya di navbera şandeya HSDê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de bihata kirin, Ebdî ragihand, civîn ji ber mijûlbûna aliyê Şamê bi bûyerên Siwêydayê ve hatibû paşxistin. Lêbelê, da zanîn jî, amadekarî ji bo dîrokeke nû ya nêzîk didomin. 

Ebdî rojeva sereke ya civînê jî aşkere kir û got: "Em ê mijarên wek statuya îdarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirsgirêka sînor û deriyên sînor, petrol, tevlîbûna HSDê û beşdarbûna di hikûmeta navendî û komîteya destûrê de nîqaş bikin."

Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re û agirbest

Ebdî bal kişand ser rewşa aram a li eniyên bi Tirkiyeyê re û got, "Zêdetirî çar mehan e ku agirbesteke bi kirdarî heye. Ev encama danûstandinan e. Hem bandora pêvajoya giştî ya di navbera Tevgera Azadiyê û Tirkiyeyê de heye, hem jî hêzên navneteweyî navbeynkariyê dikin." 

Fermandarê Giştî yê HSDê amaje pê kir ku kanalên diyalogê vekirî ne û ew hêvî dikin ku ev agirbest bibe mayînde. Ebdî herwiha destnîşan kir ku çareseriyeke bingehîn, divê vegera xelkê bo herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn û Serê Kaniyê jî di nav xwe de bihewîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment