Biryareke Hikûmeta Almanyayê Êzidî nîgeran kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryarên nû yên Hikûmeta Almanyayê ji bo dersînorkirin û vegerandina penaberan ji bo welatên wan, penaber dilgiran kirine. Hejmareke penaberên Êzidî jî bi ber biryara nû ya Hikûmeta Almanyayê dikevin. Ew li ser êş û janên jiyana xwe û bandorên neyînî yên vê biryarê diaxivin û dibêjin, “Em ji ber şer û wêraniyê reviyan û me xwe gehand Almanyayê lê Almanya dê me vegerîne wê cihê ku em jê hatine.”

Qasim Cemîl ku penaberekî ciwan ê Êzîdî ye li Almanya ji Kurdistan24ê re got, "Em hatine Almanyayê da ku ji bo xwe paşerojekê ava bikin, bixebitin û bixwînin. Nabe me bi zorî vegerînin ji ber ku em nizanin kengê karesateke din dê dîsa bi serê Şingalê bê. Em nizanin kengê bombeyek dê bi mala me bikeve û me hemiyan bikuje. Em hatine Almanyayê ku ji tirs û gomanan dûr bin” Herwesa got, "Li Iraqê gelek dijminên me hene û tiştên pir xirab li ser me tên gotin."

Cîgirê Serokê Mala Êzîdiyan li Almanyayê Cemîl Îsmaîl jî ji Kurdistan24ê re li ser pirsgirêka penaberên Êzîdî ji Kurdistan24ê re got, “Em ji ber biryara Almanyayê pir dilgiran in. Piştî ku her penaberek ji 30 kîlometran zêdetir ji avê derbas dibe û bi gelek zehmetî û xetereyan digihîje Almanyayê, Almanya jî wî vedigerîne. Ev ji bo her penaberekî rewşeke pir dijwar e.”

Cîgirê Serokê Mala Êzîdiyan li Almanyayê herwesa got, "Divê Hikûmeta Almanyayê biryara dersînorkirina penaberan ji nû ve binirxîne û wê biryarê bi cîh neyîne."

Li gorî datayan, par zêdetirî 800 penaberan ji Almanyayê bo Iraqê û Kurdistanê hatine vegerandin. Wernegirtin û vegerandina penaberan her ku diçe li Almanyayê zêdetir dibe.

 
 
Fly Erbil Advertisment