Şamê Konferansa Hesekê red kir û ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî berpirs ji Hikûmeta Sûriyeyê, Konferansa Pêkhateyan ku li Hesekê hatibû lidarxistin bi tundî şermezar kir û ragihand, ev pêngav "derbeyeke li hemberî hewldanên diyalogê ye". Hikûmetê her wiha da zanîn ku ew ê beşdarî civînên danûstandinan ên li Parîsê nebe.

"Ne lihevkirineke Niştimanî ye"

Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê îro 9ê Tebaxê li ser zarê jêderekî berpirsiyar ê hikûmeta Sûriyeyê belav kir, Li gorî çavkaniyê, konferansa ku pêk hatiye, "nûnertiya çarçoveyeke niştimanî ya giştgir nake". Belkî, ew wekî "tifaqeke lawaz" tê dîtin ku tê de aliyên ji serketina gelê Sûriyeyê û hilweşîna rejîma berê zirar dîtine, cih digirin. 

Hikûmet her wiha hin alî tawanbar kirin ku bi piştevaniya derve û bi zora rastiya ku heye, hewl didin bibin nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê.

Wî jêderî got: "Ev alî ji bo ku ji berpirsiyariyên paşerojê birevin û prensîbên dewleta Sûriyeyê yên wekî yek artêş, yek hikûmet û yek welat înkar bikin, serî li konferansên wiha didin."

Şertên Hikûmetê ji bo diyalogê

Jêder tekez kir, mafê welatiyan ji bo kombûna aştiyane û diyaloga avaker heye, bi şertê ku di çarçoveya projeya niştimanî ya ku yekîtiya ax, gel û serweriya Sûriyeyê diparêze de be. Her wiha hat gotin, komên olî û neteweyî mafdar in ku nêrînên xwe yên siyasî bînin ziman, civînên xwe li dar bixin û partiyên xwe ava bikin, lê divê çalakiyên wan aştiyane bin, li hember dewletê çek ranekin û nêrînên xwe li ser şêwazê dewleta Sûriyeyê ferz nekin.

"Binpêkirina Peyman 10ê Adarê"

Hikûmeta Sûriyeyê beşdarîkirina "kesayetiyên cudaxwaz û yên ku di kiryarên dijminane de cih girtine" bi tundî şermezar kir û ev yek wek "binpêkirineke eşkere ya lihevkirina 10ê Adarê" binav kir. Wî jêderî berpirsiyariya hemû encamên vê yekê jî, xist stûyê HSD û serkêşiya wê.

Her wiha ev konferans wekî hewldanek ji bo "navdewletîkirina pirsgirêka Sûriyeyê, anîna destwerdanên biyanî û ji nû ve ferzkirina cezayan" hat binavkirin û hat gotin ku HSD dê berpirsiyariya van pêngavan a yasayî, siyasî û dîrokî hilgire.

Wî jêderî ragihand, ji ber ku ev konferans "derbeyek li hewldanên danûstandinan e", hikûmet beşdarî ti civînên li Parîsê nabe û "dê bi ti aliyekî ku hewl dide serdema rejîma berê vejîne re rûnenê".

Herwiha bang li HSDê kir, bi awayekî cidî pabendî pêkanîna lihevkirina 10ê Adarê bibe û ji navbeynkarên navdewletî jî xwest ku hemû danûstandinan veguhezînin Şamê, ji ber ku ew "navnîşana rewa û niştimanî ya diyaloga di navbera Sûriyan de ye."

 
 
Fly Erbil Advertisment