Hoşyar Zêbarî: Rewşa Iraqê li ber teqînê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê berê yê Iraqê û Endamê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî di hevpeyvînek taybet de bi kanala Sumeriyeyê ya Iraqî re amaje da ku, rewşa Iraqê ji ber êrîşên bi dronên ji aliyê komên çekdar ve li ber teqînê ye.

Hoşyar Zêbarî di wê hevpeyvînê de got, “Armanckirina jêrxaneya aborî û zeviyên petrolê êrîşên dijminane yên li dijî Herêma Kurdistanê ne.” Herwesa got, “Ew êrîş di nav axa Iraqê de hatine kirin. Herêma Kurdistanê bi hevparî bi Hikûmeta Iraqê û Hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê bûyer lêkolîn kirin û eşkere bû ku ew dron û êrîş ji deverên di bin kontrola Heşda Şeibî de li Deşta Neynawayê, li devera Reşadê ya Kerkukê û çend deverên din hatine kirin.”

Zêbarî amaje da, "Ev kom li kêleka bingehên artêşa Iraqê li Herêma Kesk a Bexdayê bi cih bûne.” Herwesa got, “Kesên ku êrîşan dikin çend komek in û êrîşên rêxistinkirî li ser Herêma Kurdistanê dikin, da ku şîrketên petrolê bitirsînin. Ev jî li ser berjewendiyên Amerîkayê êrîş e, ne ku yên Herêma Kurdistanê. Van êrîşan dê bertekek xirab hebe. Dibe ku ne tavilê be, lê dê baş bên şopandin."

Navbirî ron jî kir, "Me di daxuyaniyên xwe de çi kesek bi êrîşan tometbar nekiriye. Em li benda encamên lêkolînan in" Herwesa got, "Tenê meha borî, wan koman 14 êrîşên bi dronan li ser Kurdistanê pêk anîn. Wan bizav kiriye ku celebên dronan biguherim da ku aloziyan ji bo lêkolînan çê bikin, lê me hemî zanyar hene û em li benda lêkolînên Hikûmeta Iraqê ne.”

Eşkere jî kir, "Di navbera me û Hevpeymanan de hevahengiyeke bilind heye û ew dostên me ne. Em ji vê yekê şerm nakin. Em zanyarên hewalgirî li ser gefên li ser ewlehiya xwe bi hev diguherînin." Herwesa got, "Tiştê ku ew kom dikin di rewşeke tevlihev û hesas de ku herêm bi agir hatiye nixumandin lîstina bi agir e. Pevçûn bi dawî nebûne, nîşanên teqîna rewşê di her kêliyê de hene."

Tekez jî kir, "Hikûmeta Iraqê xwediya hemî dezgehên ewlehiyê ye û dikare wan kom û êrîşan kontrol bike, lê heke ew li ser van bûyeran nermiyê nîşan bide, dibe ku bertekeke xirab hebe." Herwesa got “Em nabînin ku lêkolîn cidî ne, ew her komîte û tîmên lêkolînê çê dikin û tiştek dernakeve holê.”

Amaje jî da ku, peyama Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Serokwezîrê Iraqê re nivîsar bû, da ku tu şiroveyek jê re neyê kirin. tê de amaje daye ku, Amerîka piştgirîya pejirandina qanûna Heşda Şeibî nake. Ev tenê windakirina demê ye, ji ber vê yekê zimanê axaftina Amerîkayê bi Iraqê re diguhere û bi şêweyê gef û cezayan bilind dibe. Bi dawîbûna hevkariya ewlehî, leşkerî û darayî re, navên kes û aliyan jî bi eşkereyî tînin û helwestên wan zelal in.

Herwesa ragihand, "Agahiyên me hene, heta tevî navên kesan jî. Em li benda lêkolînên hikûmetê ne ku navên berpirsiyarên êrîşan eşkere bike." Herwesa got, “Ev ji bo qerebûkirina şkestinên eniya berxwedanê bizavek bû."

Tekez jî kir, "Em naxwazin ku ti alî bigihîje qonaxa pevçûnê. Hilbijartinên paşerojê dê ji bo hemî aliyan yên herî dijwar bin. Nebûna tevgera Sedir dê gelek hevkêşeyên navxweyî biguherîne." Eşkere jî kir, “Me gelek serokên hikûmetan guhertin ji ber ku me polîtîkayên wan red kirin."

Amaje jî da, "Qanûna Heşda Şeibî dê rewşê aloztir bike. Hin Şîe ne li gel derxistina vê qanûnê ne. Dibe ku Amerîka eynî biryara ku li dijî Libnanê da li dijî Iraqê jî bide, ku ji Libnaniyan re gotiye ku dolarekî bi wan nade û malekê jî ji wan re nûjen nake. Dibe ku ji bo Iraqê hê dijwartir be. Pêwendiya niha ya di navbera rêveberiya nû ya Amerîkayê û hikûmeta Iraqê de lawaz e.”

Eşkere jî kir, "Şîe ji windakirina desthilatdariyê pir ditirsin. Çima ew difikirin ku çekên wan dikarin wan biparêzin? Çima ew nafikirin ku çekên artêş û dewletê dê wan biparêzin? Ez wesa difikirim ku ew ji wê yekê ditirsin ku ev desthilatdarî namîne."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment