Civîna sêalî li Emanê: Pirsên agirbest û "nenavendîbûna" Sûriyeyê li ser maseyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Urdinê, Emanê, civîneke sêalî di navbera Sûriye, Amerîka û Urdinê de tê lidarxistin. Armanca civînê gotûbêjkirina dawîn pêşhateyên li Sûriyeyê û nexşerêya siyasî ya ji bo paşeroja welat e, ku tê de mijara "nenavendiyê" weke xaleke sereke derdikeve pêş.
Li gorî medyaya fermî ya Urdinê, di civîna îro 12ê Tebaxê de, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî, Şandiyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tomas Berrack û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî amade ne. Mijarên sereke yên ku hatine ragihandin, rêyên piştgiriya ji bo jinûveavakirinê, misogerkirina aramiyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ne.
Mijara nenavendiyê di rojevê de ye
Çavkaniyên medyayî yên Urdinî tekez dikin, civîn ji van xalên fermî wêdetir diçe û mijarên kûrtir li xwe digire. Li gorî heman çavkaniyan, doseya "nenavendiyê" li Sûriyeyê û helwesta Amerîkayê ya derbarê piştgiriya ji bo hikûmeta Sûriyeyê dê bi awayekî berfireh bên nîqaşkirin.
Civîn di bin sîbera aloziyan de tê lidarxistin
Ev hevdîtina payebilind di demekê de tê lidarxistin ku li başûrê Sûriyeyê, bi taybetî li parêzgeha Siweydayê, binpêkirinên agirbestê berdewam dikin. Tevî ku di hefteyên borî de beşek ji şêniyan vegeriyabûn, êrîşên li ser bajarokan nesekinine, ev jî nîşana nearamî û aloziya berdewam a li herêmê ye.
Çavdêr diyar dikin, civîn xwedî karaktereke siyasî ya kûr e û ji mijara agirbestê wêdetir e. Tê de senaryoyên paşerojê yên girêdayî "nasnameya dewleta Sûriyeyê" tên gotûbêjkirin, nemaze di demekê de ku dengên daxwaza federalîzmê û sîstemeke nenavendî li welat bilind dibin.