Almanya yasayên penaberiyê tund dike: Penaber di bêhêvîtî û paşerojeke nediyar de mane
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi tundkirina yasayên penaberiyê li Almanyayê re, jiyana penaberan, bi taybetî Kurdan, dijwartir bûye. Gelek penaberên ku bi salan e li wî welatî ne, niha bi paşerojeke nediyar re rû bi rû mane û di nav nîgeranî û bêhêvîtiyê de dijîn. Penaber dibêjin, Almanyaya berê êdî nemaye û derfetên jiyanê ji bo wan roj bi roj tên tengkirin.
Li kolan û parkên Almanyayê, ku demekê ji bo bi hezaran penaberan weke "welatê hêviyan" dihat dîtin, niha rewş guheriye. Tundkirina yasayên koçberiyê û siyaseta nû ya hikûmetê, gelek penaber, di nav wan de Kurd, xistiye nav nîgeraniyeke kûr. Gelek ji wan penaberan ku bi salan e li Almanyayê ne û li benda mafê mayînê ne, ji ber van guhertinan bêhêvî bûne.
"Êdî pêwîstiya wan bi karkeran nîne"
Malbateke Kurd ku li Stuttgartê dijî, rewşa heyî wiha şîrove dike: "Berê pêwîstiya Almanyayê bi karkerên biyanî hebû, lê niha hejmara penaberan pir zêde bûye. Ji ber vê yekê, êdî kar peyda nabe û rewşa aborî jî li vir xirab bûye." Ew didin zanîn ku êdî jiyan weke berê ne hêsan e.
Jineke Kurd jî dibêje ku pereyên bêkariyê yên ku didin penaberan gelek kêm in û ev yek jiyana wan dijwartir dike.
Çarenivîsa nediyar piştî 8 salan
Welîd Xalid, penaberekî Kurd e ku 8 sal berê ji Yûnanîstanê xwe gihandiye Almanyayê, lê heta niha jî bersiveke erênî wernegirtiye.
Welîd dibêje: “Ez bi qasî du-sê salan e ku min red wergirtiye. Rewş gelekî zehmet e. Gelek kes hene ku 10-11 sal in li vir in û hîn jî tên dersînorkirin. Ji ber ku qanûnên dewletê ne diyar in, tu nizanî dê sibê çi bi serê te bê.”
Ew dide zanîn, ev nediyarî nahêle ew kar bikin an jî bi awayekî baş fêrî ziman bibin û jiyana wan di nav valahiyekê de dihêle.
"Du caran ez bêsedem dersînor kirim"
Çîroka penaberekî din ê Kurd hîn dijwartir e. Ew dibêje ku piştî sê salan li Almanyayê, ew du caran hatiye dersînorkirin (deportkirin) bêyî ku ti sedemek were nîşandan.
Ew dibêje: "Me ji bo jiyaneke xweş û aram berê xwe da vir, lê mixabin mafê me nadin. Em hatin vir da ku em ji pirsgirêkan dûr bikevin, lê li vir jî em rastî heman tiştî tên."
Li gorî nêrîna gelek penaber û çavdêran, welatên Ewropayê êdî li pirsa penaberan ne weke mijareke mirovî, lê weke pirsgirêkeke ewlehiyê dinêrin. Ev nêrîna nû, bi yasayên tund re, dibe sedem ku bi hezaran penaberên ku ji şer û krîzan reviyane, di nava bêhêvîtiyê de li benda çarenivîsa xwe ya nediyar bimînin.