Çînîyan li Hewlêrê bi şêwaz û dîzayna xwe parkek çê kiriye

Parka Çînê
Parka Çînê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Çînê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Konsulxaneya Çînê hejmareke parkan li Herêma Kurdistanê çê dike.

Endezyarê Wezareta Şaredariyan û Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Endam Muhsin îro (În, 15ê Tebaxa 2025ê) ji Peyamnêra Kurdistan24ê Şeyma Bayîz re got, “Parka Çînê ji hêla Konsulxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê ve hatiye çêkirin.”

Endezyarê Wezareta Şaredariyan û Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Parka Çînê li ser rûberê 11 hezar metrên ducarkî hatiye çêkirin, zêdetirî 9 hezar metrên wê bi keskatî hatine nixavtin û li ser şêwaz û çanda Çînî hatiye çêkirin.”

Endam Muhsin amaje jî da ku, ji bo ronkirina wê bi şevê feyde ji enerjiya rojê hatiye wergirtin. Herwesa got, “Ew park dê di demeke nêzîk de radestî Wezareta Şaredariyan bê kirin.”

Navbirî ron jî kir, “Fikira çêkirina wê ji bo Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedigere.” Herwesa got, “Konsulxaneya Çînê biryar daye ku heşt parkên din jî li Herêma Kurdistanê ava bike.”

Têkiliyên di navbera Çîn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di asteke pir baş de ne, her sal Hikûmeta Çînê derfetan ji bo fermanberên peyda dike da ku ji korsên pêşxistinê feydeyî werbigirin û herwesa çend projeyên perwerdehiyê jî li Herêma Kurdistanê bi cih anîne.

 
Fly Erbil Advertisment