Wezareta Plandananê ya Iraqê: Civîna me ya bi şandeya Herêma Kurdistanê re erênî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Plandananê ya Iraqê ragihand “Wezîrê Plandananê yê Iraqê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê serokatiya civîneke hevpar di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir, û tê de li ser hilberandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û dahatên negirêdayî petrolê nîqaş bikin.”

Wezareta Plandananê ya Iraqê di daxuyaniyekê parve kir û tê de got, “Wezîrê Plandananê Dr. Mihemed Elî Temîm îro (Sêşem, 19ê Tebaxa 2025ê) serokatiya civîneke hevpar di navbera şandeya hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir, ku hejmareke wezîr û cîgir û rêveberên giştî yên her du aliyan tê de amade bûn.”

Wezareta navbirî amaje jî da, “Di civînê de, pêşketina danûstandinan li ser mijarên çaresernebûyî yên di navbera her du aliyan de, wekî hilberandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, dahatên negirêdayî petrolê û herwesa tewtînkirina fermanberên Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.”

Her di wê ragehandinê de hatiye gotin, “Aliyên ku tevlî wê civînê bûne tekez kir ku, di danûstandinan de pêşketineke girîng çê bûye. Xasma di warê hilberandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, ji ber ku hemî şert û mercên pêdivî ji bo destpêkirina hilberandin û hinardekirinê bi rêya Rêxistina Berbazarkirina Petrolê ya Iraqê (SOMO) hatine bicîhanîn. Herwesa biryar hate dan ku, nîqaş ji bo temamkirina şertên mayî yên têkildarî mijarên din berdewam bikin.”

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, civîna şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîteya Wezarî ya Hikûmeta Iraqê li Bexdayê seet 10:30 ê sibeha îro (Sêşem, 19ê Tebaxa 2025ê) hat destpêkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan pêştir gotibû, “Ew civîn li avahiyê Wezareta Plandananê ya Iraqê tê lidarxistin û tê de her du şande li ser amadekirina reşnivîseke hevpar li ser dahatên negirêdayî petrolê nîqaş bikin.”

Biryar e ku ev reşnivîs di civîna Encûmena Wezîrên Iraqê de bi merema pejirandinê pêşkêşî Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bê kirin.

Komîteya Wezaretê ya Hikûmeta Iraqê ji van kesan pêk tê:

1. Wezîrê Plandananê Mihemed Temîm

2. Wezîrê Dadê Xalid Şwanî

3. Wezîrê Avedankirinê Bengîn Rêkanî

4. Wezîrê Tenduristiyê Salih Hesnawî

5. Wezîrê Xwendina Bilind Neîm Ebûdî

6. Wezîrê Pîşesaziyê Xalid Betal

 

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji van rayedaran pêk tê:

1. Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah

2. Sekreterê Encûmena Wezîran Amanj Rehîm

3. Heşt rêvebirên giştî yên Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment