Pêvajoya Aştiyê bazirganiya di navbera Diyarbekir û Herêma Kurdistanê de geş kiriye.
Diyarbekir (K24) – Pêvajoya Çareseriyê di warê aboriyê de jî encamên erênî bi xwe re tîne ku hinardeya Diyarbekirê di 7 mehên pêşî de gihiştiye 164 milyon û 800 hezar dolaran. Karsaz dibêjin, li gorî sala borî hinardeya Diyarbekir zêde bûye û ev yek bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re girêdayî ye. Karsazên Bakurê Kurdistanê dibêjin, hinardeya Diyarbekirê de Herêma Kurdistanê cihekî girîng digire û ew amadekariyan dikin ku bo piştigiriya pêvajoyê hefteya pêşî de nameyek jî bişînin komisyonê.
Li gorî daneyên Meclîsa Hinardekarên Tirkiyeyê, di 7 mehên pêşî yên îsal de ji Diyarbekirê bihayê 164 milyon û 800 hezar dolaran hinarde hatiye kirin ku di 7 mehên pêşî yên sala 2023êyan de bihayê 133 milyon dolaran hinarde hatibû kirin. Karsazên Bakurê Kurdistanê jî amaje dikin ku ev zêdebûn bi xêra pêvajoya çareseriyê çêbuye û ji ber vê yekê jî serkeftina pêvajoya çareseriya pirsa kurd girîng û hêja tê dîtin.
Serokê Komeleya Pîşesaz û Cîhana Kar a Diyarbekirê (Dîsîder) Şehmûs Akbaş ji K24ê re got: “%50yê Hinardeya Diyarbekirê bi Herêma Kurdistanê re ye ku dema pêvajoya bi ser bikeve ev yek dê zêdetir jî bibe. Li gorî daneyên me bi dest xistine. Hinardeya Diyarbekirê îsal li gorî sala borî %3 zêde bûye, lê hinardeya Diyarbekirê %26 zêde bûye. Ev pêşhatek girîng e. Ji bo ku em piştgiriya xwe ya pêvajoyê nîşan bidin emê hefteya pêşî de nameyek jî ser navê komeleya xwe bişînin komisyona di meclîsê de hatî avakirin. Derfeta derketî holê girîng e û divê em ji dest nedin.”
Derbarê zêdebuna hinardeya Diyarbekirê û geşepêdana aboriya herêmê de, karsaz dibêjin ya dikeve ser milê saziyên sivîl û karsazan ew e ku li gorî derfetên xwe însîyatîfê wergirin û bo serkeftina pêvajoyê sûdê bidin çareseriyê ku dema aştiyek mayînde pêk were dê hemû alî ji vê yekê sûdê bibînin.
Karsaz Ozgur Mehmedoglû dibêje: “Em dibînin ku dema navê pêvajo û çareseriyê tê holê jî bandorek erênî li aboriyê dike ku hinardeya îsal ji ya sala borî gelek baştir e. Dema ku çareseriyek mayînde pêk were dê di pêşerojê de rewş başitr jî bibe.”
Di 7 mehên pêşî yên 2024ê de li gorî 7 mehên pêşî yên 2023an hinardeya Diyarbekir %2 kêm bibe, lê îsal li gorî sala borî 31 milyon dolar zêde bûye. Karsaz jî dibêjin, eger aştiyek mayînde pêk were hinardeya Diyarbekirê dikare salane xwe li 1 milyar dolaran jî bide.