Dem Partî dixwaze ku Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê bi Ocalan re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Dem Partî nîgeraniya xwe li ser kêmbûna hevdîtinên xwe yên bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan re nîşan da, daxwaz jî kir ku Komîsyona Parlementoyê bi wî re bicive.

Biryar e ku Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî ya Parlementoya Tirkiyeyê di vê hefteyê de civîna xwe ya şeşê li dar bixe. Serokên berê yên Parlementoyê û hejmareke mafnasan jî dê tevlî wê civînê bibin.

Dem Partiyê herwesa ragihand ku, rewşa pêvajoya aştiyê "nebaş" e. Tekez li ser wê yekê jî kir ku, hevdîtinên wê bi Abdullah Ocalan re kêm bûne. Ew daxwaz dike ku, Komîsyona Parlementoyê bi Ocalan re bicive.

Parlamenterê Dem Partiyê yê Şirnexê Zeki Irmaz amaje da ku, ew dixwazin ku pêvajoya aştiyê bi awayekî serkeftî bigihîje armanca xwe. Herwesa got, "Ev pêvajo ji bo me girîng e û em wekî Dem Partî dê hemî bizavan bikin ku, ew bi awayekî aştiyane bigihîje encamê." Navbirî herwesa daxwaz kir ku, Komîsyona Parlementoyê ya li ser pirsa Kurdan bi Abdullah Ocalan re bicive.

Ji aliyekî din ve jî Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Ahmet Kaya jî eşkere kir ku, divê hemî partiyên Kurdan bi awayekî çalak tevlî pêvajoya aştiyê bibin. Amaje jî da, "Divê ev pêvajo ne tenê di destê partiyekê de be, lê divê hemî partî û rêxistinên Kurdan bi awayekî çalak tevlî wê bibin."

Siyasetmedarên Kurd ên li derveyî Dem Partiyê jî tekez dikin ku, dem hatiye ku mafên rewa yên Kurdan di çarçoveya wê pêvajoyê de bên nîqaşkirin, û ji bo vê armancê jî divê hemî partî bi hev re bixebitin.
Tê çaverêkirin ku Şandeyek Dem Partiyê, ku ji Pervin Buldan, Mithat Sancar û parêzerekî pêk tê, dusibe (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) serdana Îmraliyê bike da ku bi Ocalan re bicive.

 
Fly Erbil Advertisment