Ocalan: Ji bo pêvajoya aştiyê pêdivîtiya me bi pêngavên bilez heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan peyameke nû weşand û tê de ragihand ku, ji bo pêvajoya aştiyê pêdivîtiya wan bi pêngavên bilez heye. Herwesa got ku, wan ew pêvajo bi baldarî bi rê ve biriye da ku bigihîje vê asta niha.
Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê duhî (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan re civiya û îro ragihandinek li ser wê civînê parve kir.
Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê di peyama xwe de got ku, ew ji bo dema sê seetan bi Ocalan re civiyane û eşkere kir ku tenduristî û morala wî gelek baş bû. Amaje jî da ku, Ocalan di dema wê hevdîtinê de nirxandineke tevgir ji bo qonaxên pêvajoya aştiyê û rewşa niha ya wê pêvajoyê kiriye.
Ocalan ragihandiye ku, wan ew pêvajo bi baldarî bi rê ve biriye da ku bigihîje vê asta niha. Amaje jî daye ku, wan her gav armanc kiriye ku çi ji destê wan tê bikin da ku demeke pir biêş bidawî bînin.
Rêberê PKKê girtî herwesa gotiye ku, civaka demokratîk, aştî û têkilkirin sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne û armanc tenê li ser vê bingehê dikarin bên bidestxistin. Tekez jî kir ku, pêdivîtî bi qonaxek nû heye ku tê de pêngavên bilez li ser hemî aliyên vê pêvajoyê bên avêtin.
Her di wê ragehandinê de hatiye, "Ocalan her gav têkilkirin li ser bingeha komareke demokratîk û civakeke demokratîk xwestiye, ji ber vê yekê jî têgihîştin û hembêzkirina vê pêngava stratejîk dê feyde ji bo tevahiya Tirkiyeyê hebe."
Ocalan eşkere jî kiriye, "Ew rêbaza sadekirinê an jî paşguhkirinê, ku ji hêla hin partiyên siyasî û medyayê ve li dijî têkilkirinê hatiye kirin, zirar daye vê pêvajoyê." Ocalan herwesa baweriya xwe ya mezin bi dostaniya herdemî û aştiya di navbera gelan de tekez kir.