Mehmet Dara Akar: Ocalan li ser 3 xalên bingehîn daxwaza gavên bilez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Mafnas û şîrovekarê siyasî yê ji Diyarbekirê Mehmet Dara Akar serdana şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê wek gaveke erênî û girîng nirxand û ragihand, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser sê xalên bingehîn nexşerêyeke çareseriyê pêşkêş kiriye û daxwaz dike ku demildest gavên şênber werin avêtin.

Mehmet Dara Akar di beşdariya bultena nûçeyan a K24ê de da zanîn, piştî demeke dirêj a bêagahiyê, ev serdan ji bo zelalkirina rewşê girîng bû. Li gorî Akar, Ocalan di hevdîtinê de li ser sê xalên esasî rawestiyaye:

- Aştiyeke Mayînde: Divê pêvajoya çareseriyê bigihîje armanca xwe û aştiyeke mayînde û bi rûmet were pêkanîn.

- Komara Demokratîk: Ji bo avakirina komareke demokratîk li Tirkiyeyê, pêwîstî bi reformên siyasî, hiqûqî û dadwerî heye.

- Entegrasyona Civakî: Divê Kurdên li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk di nava sîstema siyasî û civakî de bên entegrekirin.

Akar da zanîn ku Ocalan bi van xalan "çarçoveyek" û "perspektîfek" nû datîne pêşiya civaka demokratîk û siyaseta Tirkiyeyê.

Derbarê Komîsyona Çareseriyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, Akar got ku ew ne zêde geşbîn e, lê di heman demê de ne bêhêvî ye jî. 

Wî diyar kir ku ev pêvajoyeke demdirêj e û got: "Divê em qebûl bikin ku ev ne meseleyeke ku di nava çend mehan de çareser bibe. Dibe ku bi salan bidome. Lê ya girîng ew e ku Ocalan û aliyên din ên siyasî dixwazin ku êdî ev pêvajo dereng nekeve."

Akar herwiha bal kişand ser cudahiya di navbera şert û mercên Tirkiye û Sûriyeyê de û got, li Sûriyeyê ji ber hebûna gelek netewe, ol û mezhebên cuda, sîstemeke wek ya Tirkiyeyê ya unîter dê bibe sedema aloziyên mezintir, lê li Tirkiyeyê pirsgirêk bi piranî li ser entegrasyona Kurdan di nava sîstemeke demokratîk de ye.

 
Fly Erbil Advertisment