Fransa wê piştevaniya ragehandina serxwebûna Kurdistanê bike

“Ji mafê gelê Kurd e ku dewleta wan a serbixwe hebe”

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê derive yê Firanca ê berê  ragehand ku  welatê Firanca ji welatên herî sereke bin yên piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike eger hate ragehandin.

wezîrê derveyî firanca yê berê Bernard Kouchner di hevdîtineke xwe de li gel hinek rojamevanên Kurd li Firanca ragehand ku welatê wî dê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike û li ser alîkariya gelê Kurdistanê berdewam e û wê berdewam bimîne.

Bernard Kouchner diya kir ku ji mafê Gelê Kurdistanê ye Dewleteke sebixwe hebe û tekez kir ku dê welatê wî ji welatên herî serke be di piştgiriya ragehandina Dewleta Kurdî be.

Herwiha Kouchner Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi sembola demokratiyê wesif kir û diyar kir ku pêşmerge nîşana aştîyê ne li cîhanê û tenê hêza wan şerî li dijî rêxstina DAIŞê dikin.