Berpirseke Yekgirtûya Islamî xwe kar vekişand

Yek ji damezrêner û kesayetiyên herî navdar ê wê partiyê ye

K24- Dihok

Yek ji endamên serkirdayetiya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li devera Badîna bi awayeke fermî xwe ji kar vekişand.

Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Islamî û yek ni navdartirîn kesayetiyê wê Dîndar Necman Doskî di daxuyaniyeke fermî de ragehand ku, wî dest ji partiya xwe berda û vekişîna xwe ji kar radestî sekreterê giştî yê partiyê xwe kiriye.

Dîndar Necman diyakir ku vekişîna wî ji kar piştevaniyek ji beyanameya duhî ya serkirdayetiya devera Badînanê ya Yekgirtûya Islamî li dor rûniştina perlemanê Kurdistanî.

Hêjayê gotinê ye ku Serkirdatîya Yekgirtû li devera Badînanê di daxuyaniya xwe ya duhî de tekez kiribûn ku, pêwîste pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya lihevhatineke niştimanî bê çareserkirin û nabe bêy PDKê behsa yekalîkirina pirsek wisa bê kirin.