DAIŞ keçeke rojnamevan li Mûsilê dikuje

bi tuhmeta sîxûriyê ji Hikumeta Iraqê re hate girtin

K24-Navenda Nûçeyan

Rewangeha Iraqê ya azadiya Rojnamevanan ragehand ku rêxstina DAIŞê bi tuhmeta pêwendiyan li gel Hikumeta Iraqê li Mûsilê keçeke rojnamevan  kuştin.

keça rojamenvan Suha Ehmed weke peyamnêrekî  li rojavayê Mûsilê kardikir û li gorî daxuyaniya Rewangehê  ji aliyê rêxistina DAIŞê ve bi tuhmeta sîxûriyê ji Hikumeta Iraqê re hate girtin û sizaya mirinê li ser hat besind kirin.

Rewangeha Azadiya Rojnamevana dazanîn ku çekdarên rêxstina DAIŞê li navçeya Eldekî ya rojavayê Mûsilê  û bi amadebûna hejmareke mezin ji welatiyên Mûsilê ji aliyê Dadgeha rewayî  ya  rêxstinê DAIŞê hate kuştin.

piştî ku çekdarên DAIŞ ew keça rojanevan kuştin termê radestî Bizîşka Dadweriya Mûsilê kirin û wanjî termê wê radestî malbatawê kirin.