Rejîma Sûriyê qedexeya hatin û çûnê li Hesekê radigehîne
K24-Hesekê
Hêzên rejîma Sûriyê hatin û çûna welatiyên sivîl ûçekdaranli nava bajarê Hesekê qedexe kir.
Rojnameya Elbeis ya ser bi rêjîma Sûriyê îro, 12ê Tîrmehê, belavkir ku hêz û çekdarên ser bi rejîma Sûriyê ve berdewam li nava bajarê Hesekê digerin, kesê ku wê qedexeya hatin û çûnê bişkîne, ji aliyê wan ve tê girtin.
Ji aliyeke din ve şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriyê û çekdarên rêxistina DAIŞê de li rojava û başurê bajarê Hesekê berdewamin, di heman demê de şervanên YPG li rojhilatê bajarê û derdora taxa (Vêlatên Sor) didome.
YPG ragehandibû jî ku, di encama şerekî dijwar ligel DAIŞê de duh, 11ê Tîrmehê, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.