Li Hesekê 2 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin
K24-Hesekê
Rêxistineke mafnasî ragehand ku, 2 serkirdeyên diyar ên rêxistina DAIŞê ji encama bombebarana firokeyên hevpeymanan hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de diyar kir ku, her yek ji (Ebû Usame el-Iraqî û Amir Refdan ê Sûrî) li bakurê-rojhilata Sûriyê hatin kuştin.
Serokê Rewangehê, Ramî Ebdulrehman jî da zanîn ku, Ebû Usame wek “waliyê” DAIŞê li parêzgeha Hesekê dihat naskirin.
Herwiha çekdarê din ê bi navê Amir Refdan jî “waliyê” berê yê heman parêzgehê bû, ku DAIŞê navê “wîlayeta Berke” lê kiriye.