Hevpeymanî û hevrêziya Niştimanî ya Sûrî rêkeftin

Yekem car rêkeftin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Niştimanî û desgeha hevrêziya Niştimaniya Sûrî li ser neqşeyekê ji bo rewşa Sûriyê rêkeftin.

Li Belgeyomê duh “24 Tîrmehê” di daxuyaneke rojnamevanî de ragehandin, Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên oposîzyana Sûrî û desgeha hevrêziya Niştimanî ya Sûrî li ser cibicîkirina xalên Cineva 1rêkeftin.

Di rêkeftinê de hat ku her du alî kiryarên leşkerî yên rêjîma Sûriyê dermafê sivîlan û kiryarên DAIŞê û derbasbûna çekdarên Hizbulaha Libnanî ji xaka Sûriyê re şermezar dikin.

Her du aliyan tekezî li ser çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê kirin, ku di riya Netewên Yekbûyî re li ser bingeha daxuyana koma kar ji bo Sûriyê ya di 30 Huzêrana 2012an de derhatiye û biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî, bibe.

Her du aliyan biryar dan ku propagandaya medyayî rawestînin û wek ku tîmekî nûnertiya opozîsyonê di hemû hevdîtin û danûstandinên navdewletî bikin.