PDK: Divê Tirkiyê û PKK rêz li serweriya Kurdistanê bigrin

“Divê her du alî vegerin danûstandinên proseya aştiyê”

K24- Hewlêr

Frakesyona PDK li Parlementoya Kurdistanê komkujiya li gundê Zargelî şermezar kir, daxwaz ji Tirkiyê û PKKê kir jî ku rêz li serweriya Herêma Kurdistanê bigrin.

Firokeyên şer ên Tirkiyê serê eibeha îro. 1ê Tebaxê, gundê Zargelî li binara Qendîlê bombebaran kirine, di encamê de heta neha 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û 11 din birîndar bûn.

Frakesyona PDK di daxuyaniyekê de tevî şermezarkirina wê komkujiyê diyar kir ku “rewş gehitştiye asteke metirsîdar” daxwaz ji Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku vegerin “gotûbêjên aştiyê û bi wê rêyê arîşeyên xwe çareser bikin.”

Herwiha frakesyona PDK ragehand ku, eger aştî û gotûbêj “ne bijardeya her du aliyan be, bila rêz li aştî û aramî û serweriya herêm bigrin û êdî nebine sedema têkdana aramî û jiyana xelkên Herêma Kurdistanê û serweriya wê binpê nekin.”

Di dawiyê de frakesyona PDK hêvî xwest ku şehîdên wê komkujiyê bi beheşta berfireh şad bibin û birîndar bilze baş bibin û “aramî û asayişa Herêma Kurdistanê nebe qurbaniya şerê Tirkiyê û PKK û hemû aliyên ku bihayê vê aramiyê nizanin.”