Çilrojiya şehîdên komkujiya Kobanê hat bibîranîn

Navê 289 şehîdan hatiye tomarkirin

K24- Navenda Nûçeyan

Malbat û kesûkarên qurbaniyên komkujiya 25ê Hezîrana borî, li goristana şehîdan li Kobanê, çilorjiya şehîdên xwe bibîranîn.

Serê sibeha îro, 2ê Tîrmehê, malbatên qurbaniyan ligel şandeyekê ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê li goristana şehîdan merasîmek bi helkefta derbasbûna çil rojî bi ser komkujiya 25ê Hezîranê de li darxistin.

Roja 25ê Hezîrana borî, di demjimêrên serê sibehê de, çend komên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ji 3 aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê û gundewarên wê kirin û komkujiyek derheqê welatiyên sivîl de çêkirin.

Li gor amarên nefermî ku heta neha hatine tomarkirin, di wê komkujiyê de 289 kes şehîd bûne.

Herwiha heta neha jî guman li ser awayê ku çekdarên DAIŞê pê êrîşî Kobanê kiribûn heye. Tirkiyê bi alîkarîkirina derbasbûna çekdarên DAIŞê bo nava Kobanê hatibû tohmetbarkirin, lê desthilatdarên Enqerê ev yek bi tundî red kirine.