Opozîsyona Sûriyê danûstanê bi lîreya Tirkiyê dike

bi armanca têkbirina aboriya rejîma Sûriyê

K24-Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê li navçeyên ku di bin kontrola wê de ne dest bi bikar anîna lîreya Tikî li şûna ya Sûriyê kir.

Di daxuyaniyekê de (Komîteya  Sûriyê ya Veguhertina Diravan) li nevçeyên li Parêzgeha Helebê ragehand ku, bi armanca têkbirina aboriya rejîma Sûriyê, biryardan ku lîreya Tirkiyê li şûna ya Sûriyê li wan nevçeyan bikar bînin.

Komîteyê diya kir ku wan mûçeyên Tîrmehê ji karmendên Dadgeha Şereî û Encûmena Navxweyî li Parêzgeha Helebê û derdora wê bi lîreya Tirkî belavkirne.

Komîteya Sûriyê a Veguhertina Diravan her yek ji Sendîkeya Aboriyê ya Azad, Nûnerên Grûpên Leşkerî, Encûmena bajêr û dezgehên şoreşgerî pêk tê.

Proseya veguhertina dirava bazirganiyê ji şeş qonaxan pêktê.