Nêçîrvan Barzanî: Emê her bostek ji axa Şingalê rizgar bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şehîdên êzîdî bû û ragihand, ku Êzdî carekê ji ber Kurdayetê û carekê ji ber Êzdîbûna xwe zilm û zor dîtine.

K24 – Şingal

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şehîdên êzîdî bû û ragihand, ku Êzdî carekê ji ber Kurdayetê û carekê ji ber Êzdîbûna xwe zilm û zor dîtine.

Di merasîma veşartina cenazeyên 67 şehîdên Kurdên Êzdî yên ku ji gorên bikom hatine derxistin, îro 13 Tebaxê, gehîştin Şerfedîna Şingalê. Barzanî ragehand ku ewê her bostekê ji axa Şingalê ji destê “terorîstan” rizgar bikin.

Barzanî berdewam kir û got: “Em êş û serpêhatiya (Şingal) ji bîr nakin, emê bi sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin bo jinûavakirina Şingalê û vegerandina wê ji jiyanê re.” 

Herwiha amaje kir ku ji bo alîkariya Kurdên Êzdî, wan nivîsgeheke li Dihokê vekiriye û ew li ser asta navdewletî berdewam in di danasîna tewan û komkujiya bi serê Kurdên Êzdî hatiye, ku Jenosîd e.

Merasîma veşartina her 67 şehîdên Kurdên Êzîdî , li Şingalê li mezara Şêx Şerfedîn, di sê gorên komî de hatin derxistin, ku 12 gorên komî hatin dîtin, hîn 7 gorên komî yên din jî li deverên di bin destê DAIŞê de ne.