Amerîka komkujiya bajarê Duma şermezar dike

100 welatiyan jiyanê xwe ji dest da

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka êrîşa rejîma Sûriyê ya hovane li ser bajarê Duma ku di encama wê de100 welatiyan jiyanê xwe ji dest da bi tûndî şermezarkir

Di daxuyaniyekê de berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ragehand, ku ew êrîşên hovane yên rejîma Esed li ser bajarên Sûriyê ku bi dehan kuştî li bey xwe hêlan bi tûndî şermezar kir

Kerby tekezî li ser helwesta Amerîkayê kir ku Beşar Esed çi rewatiya xwe di serokatiya Sûriyê de nemaye.

berî neha Neteweyên Yekbûyî(NY) jî matmayîna xwe derbarê êrîşên rejîma Sûriyê li bajarê Duma anîbû ziman û diyarkirbû ku ew êrîş nayên qebûl kirin .

Heta neha zêdetir ji 100 kesan di êrîşa rejîma Sûriyê de  ku di 16ê, Tebaxê de encamdabû hatine kuştin.