YEyê nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Yekîtiya Ewropayê (YE) nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî vekir.

K24 – Hewlêr 

Yekîtiya Ewropayê (YE) nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî vekir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê YEyê li Bexdayê Jana Hybaskova şeva borî, 23 Tebaxê, di marasîmekê de bi fermî nûneratiya YEyê li Hewlêrê vekirin.

Di merasîma vekirina nûneratiya YEyê de Barzanî gotarek pêşkeş kir û tê de amaje bi giringiya biryara vekirina vê nûneratiyê kir û got: “Em ji  demeke zû de li benda vê pêngavê û vekirina nivîsgeha nûneratiya YEyê li Kurdistanê bûn.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku serdana Nûnera Karûbarên Derve ya YEyê Federica Mogherini bo Herêma Kurdistanê bû sedemeke girîng bo vekirina vê nûneratiyê li Hewlêrê.

Serokwezîr Barzanî behsa peywendiya navbera YEyê û Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Pêwendiyên navbera Kurdistanê û YEyê dîrokek erênî û baş heye û Kurdistan dikare sûdê ji ezmûna welatên Yekîtiya Ewropayê werbigre.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê alîkariya hêza Pêşmerge got: “YEyê dikare di rûbirûbûna terorê de zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybet di warê perwerdekirina leşekerî û dabînkirina çek û teqemeniyên pêşketî bo Hêzên Pêşmerge.” 

Di axaftina xwe de Barzanî behsa êrîşîn çekdarên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê û bi taybet Şingalê û Kurdên Êzdî kir û daxwaza alîkariyê kir da ku dosya tawanên DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî bo dadgeha navdewletî ya Laheyê were şandin, wan tawanan jî wek jeonsîd binasênin.

Barzanî eşkere kir jî ku hejmara nûneratiyên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê niha 33 nûneratî hatine vekirin.