Amerîka 11 welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di proseya herî mezin a vegerandina welatIyên xwe de, Amerîka 11 welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li ser platforma “X”ê got: “Amerîka di mezintirîn wergirtina welatiyên xwe ji bakurê rojhilatê Sûriyê de, 11 welatiyên xwe ku 5 ji wan biçûk in, vegerandine.”

Miller di daxuyaniya xwe de da zanîn jî, Amerîka ji bo vegerandina 6 welatiyên Kanadayî, 4 welatiyên Hollandî û zarokekî Fînlandayî bo welatên wan jî hêsankarî kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir jî: "Em di wê baweriyê de ne ku vegera xizmên çekdarên biyanî yên DAIŞê ji kampên Sûriyeyê, ji bo çareseriya rîşeyî ya ewlekariya Sûriyeyê girîng e.”

Herwiha Miller bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê vegerînin navendên çaksaziyê berî ku wan ji nû ve tevlî civakê bikin.

Aşkere kir jî: "Agahiyên me hene ku nêzîkî 25 Amerîkî li kampên bakurê rojhilatê Sûriyeyê hene.”

Kampa Holê dikeve li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye û dora 50 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan lê dimînin ku piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Kampa Holê yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberiya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê werbigirin.