Operasyoneke giştgir li dijî DAIŞê dest pê dike

Enqere tekez dike û Koşka Spî piştrast nake

K24- Navenda Nûçeyan

Enqereyê ragehand ku ew ligel Washingtonê gehiştiye rêkeftinekê ji bo destpêkirina operasyoneke giştgir li dijî DAIŞê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîneke rojnamevanî de duh, 24ê Tebaxê, ragehand ku, dê nêzîk ew û Amerîka dest bi operasyona derkirina DAIŞê ji bakurê Sûriyê bikin.

Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku, Enqere û Washington roja Yekşema borî li ser hûrgiliyên wê operasyona giştgir rêkeftine.

Li gor pisporên leşkerî jî, mebest ji wê operasyonê peydakirina alîkariya esmanî bo hêzên opozîsyona Sûriyê ye, yên ku tevlî programa amadekirin û perwerdekirinê ya Amerîkayê bûn.

Herwiha ew operasyon dê çekdarên DAIŞê bi dirêjahiya 80 KM li ser sînorê Sûriyê yê ligel Tirkiyê dûr bixe.

Çavuşoglu tekez kir jî ku, welatên herêmî yên hevpeymanên Tirkiyê wek Erebistana Siûdiyê, Qeter û Urdinê ligel Brîtaniya û Fransa di wê operasyonê de dê beşdar bin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Koşka Spî, Josh Earnest, rêkeftina ku Çavuoşglu behsê dike piştrast nekir, lê got ku danûstandinên dê wê derbarê de berdewam in.