Brîtanya pêşwazî li yekem grûpa penaberên Sûrî dike
K24-Navenda Nûçeyan
Brîtanyayê pêşwaziya yekemîn grûpa penaberên Sûriyê kir û sozdide ku wan bicih bike.
Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Brîtaniyayê duh, 22ê Îlonê, ragehand ku ew yekem grûp e ji koma 20 hezar penaberên Sûrî ku dê Lonodn pêşwaziya wan bike.
Li gor Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê, ew grûpa yekem, ku hejmara wê nehatiye ragehandin, dê werin bicihkirin û mafê tenduristî û xwendinê ji wan re were peydakirin.
Herwiha ew 20 hezar penaber, ku dê Brîtnaya wan ji welatên derdora Sûriyê werbigire, wê mafê parastina mirovahî (ku 5 sal e) werbigrin.
Berî niha Brîtaniya razîbûna xwe li ser pêşwazîkirina 216 penaberên Sûriyê li gor programa dubareakinciyê dabû, herwiha ji sala 2011 ve mafê penaberiyê daye hezar penaberên Sûriyî.