Pêşmerge daxwaza çekên giran ji perlemantoya Ewropî dikin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Pêşmerge di Perlemantoya Ewropayê de behsa pêwîstiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi “çekên giran” dikin.

Şandek ji Pêşmergeyên Kurdistanê di civîna Perlemantoya Ewropayê de duh, 28 Cotmehê, beşdar bûn, tekez li ser pêwîstiya hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bi çekên giran kirin.

Şanda Pêşmerge ku ji Fermanderê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cafer Mistefa û Fermanderê eniya Mexmûr – Guwêr Sîrwan Barzanî bi fermî ji aliyê Parlemantoya Ewropî hatibûn vexwandin.

Şêx Cafer Mistefa di gotara xwe de got: “Pêwîst e alîkariya Pêşmerge bi çekên giran were kirin, ji ber çekdarên DAIŞê çekên pêşkeftî di dest wan de hene û wan çekan li dijî Pêşmerge bikar tînin. Di çandina mayînan de jî DAIŞê gelekî pêşketiye û Pêşmerge ewqas pêwîstiya wan bi amîreyên pûçkirina mayînan heye.”

Ji aliyê xwe ve Sîrwan Barzanî jî di civînê de got: “Mixabin rojane çekdarên DAIŞê çekên giran û pêşketî li dijî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikar tînin, îsal topxaneya wan ji par pêşketîtire, pêwîst e parlemantoya Ewropa û welatên Hevpeymaniya Navdewletî bizanibin bê ka çi cure çekên DAIŞê hene û lêkolîn li ser wan werin kirin.”

Di beşekî din de ji axaftina xwe Şêx Cafer Mistefa got: “Hêzên Pêşmerge ev bêhtirî ji 3 meh in mûçe wernegirtine di demekê de ku di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de berdewam in, heta niha jî bûdceya Pêşmerge ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve nehatiye şandin.”