Amerîka: Rûsya nexweşxaneyan li Sûriyê armanc dike

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka radgehîne, zanyarî li cem wan hene ku firokeyên Rûsyayê nexweşxaneyek li bakurê Sûriyê bombebaran kirine.

Ji 30 Îlona borî ve, firokeyên şer yên Rûsî li Sûriyê êrîşên esmanî dikin, Rûsya tekez dike ku êrîşên wê li dijî pêgehgên DAIŞê ne, lê welatên rojava û Amerîka, Moskoyê bi armanckirina şervanên opozîsyona lîberal û piştgîriya rêjîma Esed tuhmetbar dikin. 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby duh,29ê Cotmehê ragehand ku zanyarî li cem wan hene ku firokeyên Rûsyayê êrîşî nexweşxaneyeke Sûriyê kirine, diyar kir jî ku çend grûpên sivîl jî ew yeke ji wan re tekez kirine.

Ji aliyê xwe ve jî rêxistina Pizîşkên Sînor Nenas ji ajansa Reuters re ragehandibû ku opersyonên Rûsyayê 12 nexweşxane li bakurê Sûriyê armanc kirine bê ku navê cihê wan destnîşan bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê  Maria Zakharova duh, 29ê Cotmehê redkir ku welatiyên sivîl di encama opersyonên wan de hatibine kuştin û tekez kir ku firokeyên wan tenê li pêgehên rêxisitina ADIŞê û grûpên radîkal didin.