Bombardimankirina Şingalê berdewam e

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Proseya azadkirina Şingalê dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serpereştiya operasyonê dike.

Li gor agahiyên peyamnêrên K24ê li ser çiyayê Şingalê, binke û baregahên DAIŞê bi dijwarî tên bombardimankirin û Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî serpereştiya proseya azadkirina Şingalê dike.

Tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de bi tevahî Şingal were azadkirin. Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li derdora Şingalê Hîwa Ebdulkerîm ji K24ê re got: "Çekdarên DAIŞê geley TNT danîne û tîmên endazyarê yên rakirina mayinan li pêşiya Pêşmergeyan e daku navçeyê paqij bikin."

Piştî ku ketin nav bajarê Mûsilê, çekdarên DAIŞê roja 03.08.2014ê êrîşî qezaya Şingalê kirin û dest danîn ser, di encam de jî bi hezaran Kurdên Êzdî ji cihê xwe koçber bûn.