Welatiyên Diyarbekirê ji bo Farqînê meşiyan

Kurd24

K24 - Diyarbekir

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ji ber ku qedexeya derketina ji derve ya li navçeya Fargîn a Diyarbekirê protesto bike li bajarê Diyarbekirê meşek li dar xist.

Hevserokê bajêr yê DBPê Alî Şîmşek nerazîbûn nîşanî operasyonan da û xwest aliyên demokratîk li hemberî pevçûnên li Farqînê bêdeng nemînin.

Bi hezaran welatiyên Diyarbekirî, doh di saetên piştî nîvro de li ber deriyê DBPê gihan hev û ber bi Parqa Koşuyolu ve meşiyan. Li parkê mîtîngek hat li dar xistin û parlamenterê Diyarbekirê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ziya Pîr û rayedarên DBPê axivîn.

Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Alî Şîmşek got: “Farqîn dilê Diyarbekirê ye; Diyarbekir jî dilê Kurdistanê ye. Li ser dilê Kurdistanê ev 10 roj in ku bênavber êriş têne kirin.” Piştî axaftinan girse bi dirûşmên wek “Bijî Berxwedana Farqînê, Farqîn ne tenê ye.” berz kir in belav bûn.