Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ti cihê Heşda Şeibî li ser xaka Kurdistanê tune ye

Serokayetiya Herêma Kurdistanê axftinên Berpirsê Desteya kargêrî ya Polîtbîroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar red dike. Helwesta Serokê Herêma Kurdistanê niha û berê jî zelal û aşkere ye.

K24 – Hewlêr

Serokayetiya Herêma Kurdistanê axftinên Berpirsê Desteya kargêrî ya Polîtbîroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar red dike. Helwesta Serokê Herêma Kurdistanê niha û berê jî zelal û aşkere ye.

Berdevkê fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro 18 Mijdarê, ragehand ku, “Anîna Heşdî Şeibî bo nava xaka Kurdistanê ne bi rezamendiya  Serok Masûd Barzanî bûye, ne ti kesî jî daxwaz jê kiriye razîbûna xwe li ser hatina Heşda Şeibî nîşan bide.”

Berpirsê Desteya kargêrî ya Polîtbîroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistan Mela Bextyar li Zanîngeha Silêmaniyê derbarê hatina milîsên Heşda Şeibî bo Xurmato û çend deverên Kurdistanê kiribû û navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî têkildarî vê mijarê kiribû.

Di daxuyaniyê de hat jî ku: “Em li vir ji hemû aliyekê re radigehînin, ku derbarê mijarê Heşda Şeibî de helwesta birêz Serokê Herêma Kurdistanê niha û berê jî gelekî zelal û aşkere ye.”

Daxuyanî diyar kir jî ku di baweriya Serokê Herêmê de ti nakokî ligel Heşda Şeibî derbarê jinavbirina DAIŞê de tune ye. Lê ev yek natê wateya ku Heşda Şeibî were Xurmato axa Kurdistanê dagîr bike.

Di daxuyaniyê de hat jî ku, Serok Barzanî tekezî dike, ku ti cihê Heşda Şeibî li ser xaka Kurdistanê tune ye, û ji Kurdistanê Pêşmerge û Hêza Asayişa heye û pêwîstî bi ti hêzên din tune ye.