16 Baroyên Bakur kuştina Elçî şermezar kirin

Kurd24

K24 – Diyarbekir

16 Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî daxuyaniyeke hevpar dan. Baroyan ragehandin ku ew destûrê nadin kuştina Elçî di tarîtiyê de bimîne.

Li ser navê Baroyên Şernex, Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Dêrsîm, Colemêrg, Îdir, Qers, Erdexan, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Wanê wiha hat gotin: “Tahir Elçî, temenê xwe hemu bi wêrekî û edaletê ji bo ronîkirina kuştinên tarî xerc kir. Em vê êrişa li dijî wî şermezar dikin. Serê hevkarên me sax be. Tiştên ku nedikarîn bêne gotin wî digotin, tevî hemû gefan wî gav paşde neavêt. Bi xeyala welatê azad çû. Hertim got aştî, hemû nirxên mirovahî diparast. Em deyndarê wî ne, em dest ji şopandina ronîkirina doza wî bernadin.”