Îsal di derya Egeyê de 185 zarok xeniqîne

Berdevka UNICEFê Sarah Crow ragehand ku îsal di derya Egeyê de 185 zarokên penaber xeniqîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka UNICEFê Sarah Crow ragehand ku îsal di derya Egeyê de 185 zarokên penaber xeniqîne.

Berdevka Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Sarah Crow got ku îsal di derya Egeyê de 185 zarokên penaber xeniqîne.

Derbarê mijarê de Sarah Crow ji AAyê re axîfî û da zanîn ku ji wan penaberên îsal di derya Egeyê de xeniqîne ji sê kesan yek zarok e û wiha axivî: "Îsal di derya Egeyê de 590 penaber xeniqîne û ji van 185 zarok in. Li gor behra Spî ya navîn li Egeyê hêrî zêde zarok dimirin."

Di meha Îlonê de Alan Kurdî yê 3 salî ku ji yek penaberên Rojavayê Kurdistanê bû û di deryayê de xeniqî, li hemû dinyayê wêneyê wî deng veda. Di meha Cotmehê de jî 90 zarokên penaber xeniqîn.

Hejmara penaberên ku di derya Spî de xeniqîne 3 hezar kes derbas kiriye. UNICEFê diyar kiribû ku îsal ji her pênc penaberên ku xwe gihandine Ewropayê yek jê zarok e û îsal li Ewropayê zêdeyî 200 hezar zarokan daxwaza penaberiyê kirine.

Li gor UNICEFê îsal zarokên ku daxwaza penaberiyê ji Ewropayê kirine ji sedî 25 Sûriyeyî, ji sedî 18 Efxan, ji sedî 10 Kosovayî, ji sedî 8 Arnawut û ji sedî 6 jî Iraqî ne.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî jî ragehand ku îsal 878 hezar penaber ji behra Spî derbas bûne û xwe gihandine Ewropayê. Li gor rêxistina navbirî, ji serê sala 2015an û heta niha 3 hezar û 563 penaber ku bi awayê neyasayî hewl dane ji behra Spî derbasî Ewropayê bibin di deryayê de xeniqîne.

Îsal 589 penaberên Sûriyeyî yên ku hewl dane ji Tirkiyeyê derbasî Yunanistanê bibin jî di derya Egeyê de xeniqîne.