Nerazîbûnên li ser kuştina Tahir Elçi berdewam in

Li ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi çend roj derbas bûn lê belê hê jî kujerê Elçi nehatiye dîtin û derbarê lêpîrsîna tê kirin de jî agahiyên zelal li ber destan nînin. Evna jî bû sedema nerazîbûna siyasetmedar û parêzeran

K24 – Enqere

Nerazîbûnên li dijî kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi Berdewam in. Siyasetmedar û parêzer dibêjin dewlet hewl dide careke dî vegere prosesa salên 90’î û bi qetilkirina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi nîşaneya vê yekê daye.

Li ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi çend roj derbas bûn lê belê hê jî kujerê Elçi nehatiye dîtin û derbarê lêpîrsîna tê kirin de jî agahiyên zelal li ber destan nînin.  Evna jî bû sedema nerazîbûna siyasetmedar û parêzeran.

Parlamentera HDPê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran dibêje di sala 1993an de hêzên tarî mîna Tahir Elçi bawê wê jî kuştine û heta berpirsên van kuştinan dernekevin holê ew dest ji tekoşîna xwe bernadin: “Dewlet dixwaze ku vegere salên 90an, dixwaze dîsa wan qetliyaman berdewam bike. Lê gelê Kurd bi rêxistirîntirin e û berxwedan wê xurttir be li dijî vê yekê. Ji bo vê yekê bila dewlet tu carî nebêje wê dîsa gelê Kurd wekî salên 90î xwe veşêrin û dê bitirsin.“

Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Cerem Şimşek jî îdia dike ku dewlet qetliyamên mezin li Bakurê Kurdistanê dike û ev kiryarên dawî ji yên salên 90î xirabtir in: “Li gorî min dewletê heyameke wiha daye destpêkirin ku kiryarê wê ji ên salên 90î dijwartir û tarîtir in. Kuştina Tahir Elçî ya di nava rojê de vê yekê piştrast dike. Di salên 90î de dewletê bi dizî ev qetliyam pêk dianîn lê belê niha bi aşkere vê yekê dike.”

Di salên 1990an de, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd hatin qetilkirin ku kujerê wan tu caran derneketin holê. Tahir Elçi yek ji wan kesan bû ku dixwest kujeran derxîne holê û bo vê yekê jî di gelek sazî û dezgehan de doza vê yekê dikir. Lê belê Tahir Elçi jî kete nava refê wan kuştiyan. Niha Kurdên bakur vê pirsê ji xwe dikin gelo wê kî kujerê Elçi derxine holê.