Obama spasiya Elamnay û Brîtanyayê dike

Firokeyên Brîtanî îro yekemîn operasyon li dijî pêgehên DAIŞ li Sûriyê encamdan.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka, Barack Obama derbasê şerê li dijî DAIŞê spasiya Elmanya û Brîtanya dike.

Parlementoya Brîtanyayê duh, 2ê Kanûnê, biryara beşdarîkirina firokeyên wî welatî di lêxistina DAIŞê li Sûriyê de pesend kir, îro jî yekemîn operasyona esmanî ji aliyê Brîtanya ve hat encamdan.

Di vê derbarê de Barack Obama di daxuyaniyekê de îro, 3yê Kanûnê, spasiya Brîtanya li ser wê pêngavê kir û got: “Brîtanya ji destpêkê ve, yek ji hevpeymanên herî girîng di şerê li dijî DAIŞê de bû.”

Obama balikşande ser biryara Hikûmeta Elmanyayê bi şandina hezar û 200 leşkerî ji bo beşdarîkirin di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê.

Lê heta niha biryara Berîlnê li hêviya pesendkirina parlementoyê ye ji bo ku bikeve warê cîcbicîkirinê.

Serokê Amerîka di daxuyaniya xwe de tekez kir jî ku, DAIŞ metirsiyeke li ser tevaya cîhanê û Amerîka pêşwazî li ser hewldanekê derbarê nehiştina wê metirsiyê de dike.