Elmanya biryara şerê li dijî DAIŞê pejirand

Li gor biryarê, dê hezar û 200 leşkerî tevî keştî û firokeyan li Deryeya Spî bicih bibin.

K24- Navenda Nûçeyan

Parlementoya Elmanyayê biryara beşdarîkirinê di şerê li dijê rêxistina DAIŞ li Sûriyê de, pejirand.

Hikûmeta Elmanyayê beriya niha biryar dabû ku ew dê hezar û 200 leşkerî bo şerê li dijî DAIŞê bişîne Deryeya Spî.

Parlementoya Elmanyayê îro, 4ê Kanûnê, bi pramiya 445 dengan ew biryara hikûmetê pesend kir, di civînekê de ku 598 parlementer amade bûn.

Elmanya bi rêya firokeyên çavdêriyê û keştiyek eleşkerî çend erkên din ên lojestîkî ligel hevpeymaniya navdewletî beşdarî şerê li dijî DAIŞ li Sûriyê bibe, dê ew hêz jî tevlî hêzên Fransî yên li Deryeya Spî bibe.

Li gor hikûmetê, dê ew hêza Elmanî beriya sala 2016an dest bi karê xwe bike.

Ev biryara Elmanya li ser daxwaza Fransayê hatibû, piştê bûyerê 13yê Mijdarê li Parîsê, ku di encamê de 130 kesî canê xwe ji dest dabû.