Îtalya daxwazên Wezareta Pêşmerge dipejirîne

Şandeya Wezareta Pêşmerge daxwaza çekên giran û teqemeniyan kiriye.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Endamekî şandeya Wezareta Pêşmerge diyar dike ku, Îtlayayê soz day ku hemû daxwazên wan pêk bîne.

Emîndarê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer tevlî bulteneke nûçeyan ya K24 bû û behsa hûrgiliyên serdana şandeya wezaretê bo Romayê kir.

Yawer diyar kir ku, ew ligel Encûmena Pîran û Wezîrê Bergirî yê Îtalyayê û Wezîrê Derve yê Vatikanê civiya ne. Herwiha behsa pêwsîtiya şandina alîkariyên zêdetir bo Pêşmergeyan û rewşa penaber û derbiderên li Herêma Kurdistanê kiriye.

Navborî aşkere kir jî ku, wa ji berpirên Îtalî xwestiye ku “çekên giran û sivik û teqemeniyan bo Pêşmerge bişînin, herwiha firokeyên hevpeymanan berdewam bin li ser piştgiriya esmanî.”

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge tekez kir jî ku, Wezareta Bergirî ya Îtalyayê soz daye ku ew dê hemû daxwaziyên wan pêk bîne.

Şandeya Pêşmerge ji Wezîrê Pêşmerge (bi wekalet) Kerîm Sincarî, Sekreterê Giştî yê wezaretê, Cebar Yawer û çend fermandaran pêk tê.