“Internêt ji Ewropayê bi rêya Tirkiyê digehe DAIŞê”

Govarek Elmanî hûrgiliyên proseya şandin û gehiştia alavên internêtê bo DAIŞê aşkere dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Govareke Elmanî diyar dike ku, internêt ji kompaniyeyên Ewropî û bi rêya navbênkarên Tirk digehe rêxistina DAIŞê ya radîkal.

Ji dema derkatina rêxistina DAIŞê ya radîkal, praniya çekdarên biyanî yên ku tevlî dibin bi rêya internêtê xwe digehînin Sûriyê û Iraqê, heta niha jî civaka navdewletî nikariye sînorekî ji bikaranîna DAIŞê ji internêtê re dane.

Govara “Der Spiegel” ya Elmanî di raporekê de çabkaniya internêta rêxistina DAIŞê aşkere dike.

Li gor wê raporê, alavên elektronî ji kompaniyeyên Ewropî bi rêya çend navbênkaran li Hataya Tirkiyê digehin destê çekdarên DAIŞê li Sûriyê, ji bo ku bi rêya “heyvên destkird” internêtê bikar bînin.

Guvara Elmanî diyar nekiriye bê ew navbênkarên Tirk kompaniya ne yan jî kesin.

Di raporê de hatiye jî ku, alavên pêwîst ji bo bikaranîna internêta esmanî li Amerîka û rojhilatê Asiyayê tên çêkirin û bi rêya kompaniyeya Rotterdam a Holandî digehin Rojhilata Navîn.

Govara Elmanî aşkere dike jî ku kompaniyeyên Ewropî yên bi navê “Kompaniyeyên Eutelsat ya Fransî, Ante British Telecom û ACA ya Luxemburgê” wan alavan bi rêya kompaniyeya Holandî dişîne Hataya Tirkiyê û ji wê de bi rêya navbênkaran digehin DAIŞê.

Lê di rapora Der Spiegelê de hatiye, dibe ku ew kompaniyeyên Ewropî nizanin ku ew alavên elektronî digehin dest DAIŞê li Sûriyê.

Govara Elmanî ew zanyarî li ser zarê çalakvanên Sûriyê û hin çavkaniyên din ên ku navê wan aşkere nekiriye, berhev kirine.