Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gehişte Tirkiyê

Li gor zaniyarên peyamnêra K24 li Enqrayê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Enqereyê hevdîtina pêkbîne.
kurdistan24.net

K24-Enqera

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekî fermî de seat 1û 6 xulekan li gel şandeke payebilind giheşte Tirkiyê û li firkxneya Enqera ya Navdewletî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derveyî Tirkiyê Feridun Sinirlioglu ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zaniyarên peyamnêra K24 li Enqrayê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Enqereyê hevdîtina pêkbîne.

Dê civînan de pêwendiyên herêma Kurdistan û Tirkiyeyê, têkoşîna li dijî DAÎŞê,proseya aştiyê bê were gotûbêjkirin.

Şanda Herêma Kurdistanê jî ji Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û çend berpirsên din pê tê.

Tê çaverêkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê li gel kaseyetiyên Kurd û aliyên Siyasî û Hizbî li Bakurê Kurdistanê jî hevdîtinan bike.
Barzanî herî dawî di sala 2013an de li bajarê Diyarbekirê bi serokwezîrê wê çaxê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiribû.