Konsolxaneya Amerîkayê ya Stenbolê di metirsiyê de ye

Li Konsolaxaneya Amerîkayê ya Stenbolê bergiriyên ewlekariyê yên awarte hate standin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku Konsolxaneya Amerîkayê ya li Stenbolê, ji ber metirsiyên ewlekariyê îro girtî ye. Herwiha xebatên ku îro dê bên kirin hatin paşxistin.

Rayedarên Konsolxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên Stenbolê ragihandin ku îxbareke ku êrîş li avahiya konsolxaneyê dê were kirin gehiştiye destê wan loma îro xebatkarên wan kar nakin.

Herwiha kar û barên bo vîzeyê yên welatiyan jî hatin betalkirin û rojên pêş hatin paşxistin.

Serkirdeyên Amerîkayê, beriya demeke kurt jî bi hinceta ewlekariyê, bang li welatiyên xwe yên li Stenbolê kiribûn daku nêzîkî avahiya konsolxaneyê nebin.