Davutoglu: Aramiya Herêma Kurdistanê bo me stratejîk e

Serokwezîrê Tirkiyeyê serdana Serokê Herêma Kurdistanê bi girînî binav kir û ragehand ev serdan bo hemû cîhanê jî peyamek e û got: “aramiya Herêma Kurdistanê bo me stratejîk e.”

K24 – Enqere 

Serokwezîrê Tirkiyeyê serdana Serokê Herêma Kurdistanê bi girînî binav kir û ragehand ev serdan bo hemû cîhanê jî peyamek e û got: “aramiya Herêma Kurdistanê bo me stratejîk e.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu di dema pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh, 9ê Kanûnê got ku, bi pêşketinên dawî re ev serdan pir bi wate ye û bo hemû cîhanê jî peyamek e û aramiya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê stratejîk e.

Ahmed Davutoglu di rûniştina xwe ya bi Barzanî re got: “Piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê me jî daxwaz kir, we jî xwest bên vê derê û bi pêşketinên dawî re ev serdan pir girîng bû.” 

Davutoglu, derbarê serkeftina Pêşmergeyan li Şengalê jî pîrozbahiya xwe ragihand û got: “Tiştên bo we girîng in bo me jî girîng in, sînorên di navbera me de ne yên cudahiyê ne, yên yekîtiyê ne.”

Davutoglu da xuyakirin wî ji Ebadî Serokwezîrê Iraqê re jî gotiye yekîtî û aramiya Iraqê û taybet aramiya Herêma Kurdistanê bo wan pir girîng e û hebûna hêzên wan yên li Iraqê jî temînata vê ye û her wiha ji ber naxwazin bi DAIŞ'ê re bibin cîran divê Hewlêr bi hêz be.