Li Diyarbekirê 5 rojnamevan hatin binçavkirin

Qedexeya ku li Sûr a Navçeya Diyarbekirê ji 2ê Kanûnê heta dawiya roja 10an berdewam kir, 17 saetan qedexe hat rakirin û careke din hat ragihandin.

K24 – Diyarbekir

Qedexeya ku li Sûr a Navçeya Diyarbekirê ji 2ê Kanûnê heta dawiya roja 10an berdewam kir, 17 saetan qedexe hat rakirin û careke din hat ragihandin.

Di serdema ku qedexe hatibû rakirin de, rojnamevan jî, ji bo berhevkirina agahiyan li navçeyê geriyan. Lê 5 xebatkarên Azadiya Welat û Weşanên Aram piştî li navçeyê geriyan hatin desteserkirin.

Rojnamevanên desteser kirî, Ferît Dere, Elîf Alkan, Erkan Yildirim, Pinar Sagnaç û Savaş Aslan li navenda Hêzên Têkoşîna bi Terorê (TEM) ya Diyarbekirê hêj jî desteser kirî ne. Egera desteser kirinê jî nehatiya ragihandin.