Emar Hekîm: Rêkeftin li ser çareserkirina kîrzên Iraqê hatiye kirin

Serokê Encûmena Bilind a Şoreşa Islamî li Iraqê dibêje ku ew ji enamên civîna li Bexdayê geşbîn e.
kurdistan24.net

K24- Bexda

Serokê Encûmena Bilind a Şoreşa Islamî li Iraqê, Emar Hekîm ji K24 aşkere kir ku, aliyên siyasî li ser dîtina çareseriyan ji arîşyên Iraqê de rêkeftin e.

Emar Hekîm piştî civîna her sê serokatiyên Iraqê ligel serkirdeyên siyasî ji K24 got ku, ew geşbîne ku dê civîn bigehe encamên baş.

Hekîm diyar kir ku, pirsa herî girîng a di civînê de, derbasbûn hêzên Tirkî bo nav axa Iraqê bû.

Herwiha navborî amaje kir ku, aliyên siyasî ligel her sê serokatiyên Iraqê gehiştine rêkeftinekê li ser dîtina çareseriyekê ji krîzên navxweyî re.

Serokê Encûmena Bilind a Şoreşa Islamî li Iraqê kêfxweşiya xwe bi civînên bi wî awayî anî ziman û got ku, dê di daxuyaniya dawiya civînê de hemû encam werin aşkere kirin.