Bakurê Kurdistanê: Hêviya ji nû ve destpêkirina proseyê

Kemal Burkay diyar dike ku, ne tenê HDPê lê divê partiyên din jî beşdarî proseya aştiyê bibin.

K24- Stenbol

Proseya aştî û çareseriyê  nêzî 2 sal û nîvan bû cihê aramiyê li Tirkiyê û Bakurê kurdistanê lê belê ev demeke dirêje ev proses rawestiya ye.

Hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo ji nû ve destpêkirina proseyê bû hêviyeke mezin. Lê bele tê gotin ku proses wê bi partiyên din ên li bakurê Kurdistanê birêve biçe û HDP wê li derveyî vê prosesê were hiştin.

Li ser mijarê Siyasetmedarê Kurd Diyadin Firat ji K24 re axivî. Firat got çênabe HDP li derveyî vê prosesê were hiştin.

Herwiha Diyadin Firat diyar kir ku “Beyî HDP nabe. Dîrok vê yekê qebûl nake. 6 milyon deng stendiye. Tevgereke şaş an rast em vê yekê bidin aliyekî. Rastî ew e ku 6 milyonan deng daye vê hêzê.

Kemal Burkay dibêje pirsgirêk ne tenê rawestandina şer û pevçûnan e, herwiha Kurdên Bakurî di warê çand, ziman jî daxwaza mafên xwe dikin. Ji ber vê yekê pêwîst e ligel HDP’ê partiyên din jî hebin di vê proseyê de.

Burkay anî ziman jî ku “Divê dewleta Tirk, hikûmeta Tirk mafên Kurdan ên bingehîn nas bike, ew  maf jî xweuyane çi ne. Bona vê yekê divê ne tenê bi PKKê û HDPê re, bi partiyên din re jî rûnen, rewşenbîrên Kurdan, rêxistinên Kurdan dengên wan jî bibihîze.”

Siyasetmedarên Kurd ji nû ve destpêkirina prosesê gelekî girîng dibînin. Lê belê vê carê dixwazin hemû partî û saziyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bibe aliyê vê prosesê û digel wan jî gotûbêjkirin were kirin.