Tirkiyê hêzeke zêde ber bi Cizîrê ve bir

derketina kolanê li Cizîr û Silopiyê hate ragehandin gelek leşker û tîmên taybet bo her du navçeyan hatin hinartin.

 

K24-Cizîr

derketina kolanê li Cizîr û Silopiyê hate ragehandin gelek leşker û tîmên taybet bo her du navçeyan hatin hinartin.

Parêzgariya Şirnexê duh li navçeyên Cizîr û Silopiyê heta fermaneke nû qedexeyeya derketina kolanê ragehand.

Duh êvarê tevgeriya leşkerî dest pê kir û bi gelek bas û erebeyên serbazî tîmên taybet, polîs û leşker bo her du navçeyan hatin hinartin. Li bazarê jî gel bo malên xwe amadekariya qedexeyê dike.

Beriya neha jî Wazereta Perwerdehiya Tirkiyeyê 3 roj molet dabû dibistanên her dû navçeyan û jiber vê mamosteyên navçeyan bi lezûbez ber bi bajarên xwe ve bi rê ketibûn.