Bayramoglu: Dewlet hê jî bi Ocalan re hevdîtinan dike

Bayramoglu dibêje ku li Tirkiyê pirsa Kurd herî zêde di vê heyama dawî de ketiye asteke dijwar û aloz.

K24- Stenbol

Rojnamevan Alî Bayramogluyê ku ji bo safîkirina pirsa Kurd a li Tirkiyê di nav mirovên aqilmend de cih girtibû, da zanîn ku li Tirkiyê pirsa Kurd herî zêde di vê heyama dawî de ketiye asteke dijwar û aloz. Herwiha Bayramoglu got: “Hevdîtinên Ocalan û dewleta Tirk hê berdewam in.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2012an de ji bo çareserkirina pirsa Kurd gotibû: “Rayedarên dewletê û Ocalan li ser pêvajoya aştiyê dicivin.” Piştî gotinên Erdogan pêvajo heta 2 sal û nîvan bêyî şer berdewam kir. Lê havîna 2015an bi destpêkirina şerê navbera PKK û leşkerên Tirk proseya aştî bi dawî bû.

Rojnamevan Alî Bayramoglu ragehand ku çekdarên PKKê ji sedî sed venekişiyan, dewletê jî xebatên ku divabê bikira nekir û got: “Dewletê hêzên leşkerî veguhestin herêma ku PKK'yiyan xwe vekişand: “Ji ber siyasetmadaran dest ji hevdîtinan berdane û guherînên şertên herêmî proseya aştiyê jî bi dawî bûye. Ji bo destpêkirina proseyê divê pêşî dagirkirina bajaran biqede. Li Tirkiyê beriya guhertina rêveberiyê, ragihandina xweseriyê ji bo dewletê wek serhildanekê ye. Hêzên ewlekariyê li dijî vê yekê niha operasyon dikin.”

Bayramoglu diyar kir ku nûnerên partiyên siyasî bi Abdullah Ocalan re nacivin lê peywirdarên dewletê bi wî re hê dicivin û wiha axifî: “Rawêjkarê Ewlehiya Kamuyê yê Tirk li ser navê dewletê bi Ocalan re bi awayekî rêk û pêk hevdîtinan dike. Gelo Abdullah Ocalan çi difikire çima naaxife em nizanin lê dibe ku 2 sedemên vê yekê hebin: Ya Ocalan dil nake ku daxwazên dewletê bibêje yan jî dewlet şer dixwaze loma naxwaze Ocalan biaxive.”

Mirovên aqilmend ji aliyê dewletê ve hatibûn hilbijartin û herêm bi herêm li pirsên gel guhdar dikirin. Lê niha dewlet şûna mirovên aqilmend ji bo çareseriyê dê yekser bi gel û saziyên civakî yên sivîl re hevdîtinan bike.