PYD: Çareseriya krîza Sûriyê bêyî me ronahiyê nabîne

Biryar e Desteya Bilind ya Daûstandinan a Opozîsyona Sûriyê, bi armanca destnîşankirina grûpên kar û damezrandina sîstema navxewyî, îro li Riyadê bicive.

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  ragehand ku eger  nûnerê wan di Desteya Bilind a Danûstandinan ligel rejîma Sûriyê de nebe, çareseriya kirîza Sûriyê ronahiyê nabîne. Rûsya jî dibêje ku nabe Kurd ji danûstandinan werin dûrxistin.

Biryar e Desteya Bilind ya Daûstandinan a Opozîsyona Sûriyê, bi armanca destnîşankirina grûpên kar û damezrandina sîstema navxewyî, îro li Riyadê bicive.

Di vê derbarê de Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  li Fransayê Xalid Îsa ji rojnameya Şerq El-Ewsed re got: "Her çareseriyeke siyasî li bo kirîza Sûriyê bêyî nûnerê partiya me, ew çareserî ronahiyê nabîne û cîbicîh nabe."

Drheqa heman mijarê de Serokê berê yê Encûmna Niştîmanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdulbasid Seyda ji heman rojnameyê re wiha axifî: "Heta niha tenê yek kes di desteya danûstandinê de ku nûnertiya Kurdan bike heye, lê em hawl didin ku hejmarê zêdetir bikin."

Ji aliyê xwe ve Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê di ragehandibû ku nabe Kurd ji danûstandinan werin dûrxistin. Li ser vê babetê jî Seyda got: "Mosko PYDê weke nûnerê Kurdan dibîne, lê em dizanin û dibînin ku peywendiyên wê partiyê, ligel rejîma Sûriyê hene û ew xwe weke opozîsyon nabîne."

Seyda tekez kir ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê endameke di Itîlafa Opozîsyona Sûriyê de û di kongreya Riyadê de jî beşdar bû.

Di encama kongreya Riyadê ya opozîsyona Sûriyê de "Tîma danûstandinê" ligel rejîma Sûriyê ku ji 15 kesan pêk tê hat pêkanîn û di nav de jî yek nûnerê Kurdan heye.