Li Manîsayê 55 penaber hatin girtin

Li Akhîsara navçeya Manîsayê di otobuseke rêwiyan de 55 penaberên ku welatiyên Efxanistanê ne hatin girtin.

K24 – Stenbol

Li Akhîsara navçeya Manîsayê di otobuseke rêwiyan de 55 penaberên ku welatiyên Efxanistanê ne hatin girtin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, cendermeyan li ser îxbarekê li ser rêya Akhîsar-Stenbolê otobuseke rêwiyan sekinandin. Di otobusê de 16 jê zarok 55 penaberên Efxanî hatin girtin.

Piştî lêkolînên ku hat kirin derket holê ku ev penaberên Efxan bi rêyên derqanûnî hatine Tirkiyê. Ev kesên ku hatin girtin piştî kontrola tenduristiyê teslîmî Rêveberiya Şaxa Biyaniyan wê bên kirin.